Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî îroj li bajarê Xazî Entab yê Tirkî hijmarek ji civînan bi berpirsên Hikûmeta Demkî re lidar xistin. Niqaş tê de li ser ” Gavên tektîkî ku divê bên şopandin, ji bo veguhestina ber bi bajarên Sûrî ve, çareseriya pirsgirêkan, û nêzîkbûna rewşa Sûrî bi awayekî berfirehtir “.
Herîrî bi Serokê Erkanan re pêşxistina rastbîna leşkerî , û awayên pêşveçûna karê çekdarî ji bo yekîneyan li ser riwê erdê guftugo kir. Û dît ku ” Pêşxistinên ku Artêşa Azad li meydanê bidest dixe pir giring in, berpirsyariyek mezin di vê qonaxa hestyar de ku Sûrî tê re derbas dibe ji rêvebirya erkanan tê xwestin, nema li ser tu kesî veşartî ye ku rastbîniyê tekez kiriye ku derfeta çareseriyek siyasî û rastbîn tune ye, ger ne bi guhertina kêşeya hêzan li ser riwê erdê be”.
Jêder: Hevbendî.