Berdevkȇ Fermȋ bi navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Salim El-Mislit haydarȋ ji kuștarin rasteqȋne derheqȇ sivȋlan li Dȇra Zorȇ li ser destê rejȋma Esed a tawankar ȗ rȇxistina tirorîst (Daiș) da. Ȗ ji Civaka Navdewletȋ xwest ku destwerdana lezgȋn bo parastina sivȋlan ȗ vekirina doroȇçkirina wan bike, herweha ji hevpaymaniyȇ xwest ku derbên leșkerȋ li wargehȇn rejȋmȇ ȗ rȇxistina dewletȇ bi hev re li sȗryayȇ bide.
El-Mislit diyar kir ku berdewamiya dorpȇçkirina taxȇn Dȇra Zorȇ ji hȇla “Daiș”ê ve, di rêguhertinek dijwar re derbas dibe, piștȋ ku hȇzȇn Esed dest bi bumbebarankirina bi bermȋlȇn teqȋner kir, li ser taxȇn bajȇr yên di bin destȇ rȇxistina dewlletȇ de ne, bi hinceta tirora Daișê, vȇ yekȇ hișt rȇxistin bingehȇn mûşekan li wan taxan deyne û berê wan bide taxên hȋn di bin destȇ rejȋmȇ de, ku 400 hezar kes di wan taxan de dorpêçkirî ne.
Mislit destnȋșan kir: ” Hevbendiyȇ gelek caran haydarȋ ji bikaranîna sivȋlan daye. Ev kesȇn ku di bin zilm ȗ zora rejȋmȇ ȗ rȇxistina dewletȇ de dijȋn”. û Bal kișand ser: ” Her du alȋ jî tu weznȇ nadin yasayȇn navdewletȋ ȗ mirovahȋ, û bi hev re bi awayekȋ lihevkirȋ tawankariyan dikin.
El-Mislit bal kișand ser Ku:” bȇdengiya Navdewletȋ derbarȇ boblata sivȋlan tu caran behane jêre tunebû, lȇ ȋroj ew bobelat mezin bȗye ta ku bȗ beșek ji tawana Esed destpȇ kir ȗ rȇxistinȇn tirorîst tȇ de berdewam in, ȗ bȇdengiya cȋhanȇ ew mezintir kiriye “.
Berdevkȇ fermȋ diyar kir ku erkȇ Encumena Ewlehiyȇ ye, biryara nemre 2139 aktȋv bike, bo rakirina dorpȇçkirinȇ bi awayekȋ yekser ji ser deverȇn xelk tȇ de dijȋn, ȗ rȇ bidin ajansȇn mirovahȋ ȇn bi Netewȇn Yekbȗyȋ ve girȇdayȋ ne, ȗ hevparȇn wan yên cîbicîkirinê ji bo gihandina alȋkariyȇn mirovahȋ bi awayekȋ lezgȋn ȗ aram ȗ bȇ astengî.
Hȇjaye gotinȇ ku dorpȇçkirina taxȇn Dȇra Zorȇ ,ya ku ev bû du meh, li ser destȇ rȇxistina Dewletȇ berdewam e, ȗ pȇ re ew rȇxistin nahȇle xwarin ȗ derman bigihȇjin 400 hezar sivȋlȋ pirȇn wan ji penaberan in, ji hȇleke dȋ ve rejȋm hemȗ pȇdiviyȇn pȇwist ji hȇzȇn xwe yȇn li wan deveran re dabîn dike, di riya enbarȇn xwe ȗ pira azmanȋ re ȗ firokxaneya ku hȋn di bin destȇ wȋ de ye.
Jȇder: Hevbendȋ