Rêkxistina Navdewletî ya Kêmendaman bang li Civaka Navdewletî kir da zû Çareseriyê ji nêzî Milyonek Sûrî re bibîne, ew yên ko di Şerê Esed dijî Milet birîndar bûne û kêmendam mane, ji nav wan bi dehezaran hewcedarî neştergeriyê ne û hin hewcedarî dest û lingên pîşesazî ne.
Rêkxistinê hişyarî da ko derbên hinan ji wan bibin kêmendamiyên heta dawiya jiyanê. Û destnîşan kir ko Cenga Sûriyê dê nifşekî Kêmendam û şêwandiyan li paş xwe bihêle, eger bilez û yekser çareser nebin.
Dorpêça li dor Herêmên derveyî desthilata Rêjîmê yên ko herdem têne bombebarandin, kêmendamî bêtir kiriye, çimkî kadirên Bijîşkiyê kêm in û çareser nabin, lewra gelek dest û ling têne jêkirin, eger karîna çareseriyê heba ew jênedibûn.
Herwiha Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hişam Merwa di daxuyaniyeke berê de gotibû: “Esed ne tenê xwestiye bi Çekan Şoreşa Gel vemirîne, belê dorpêç li ser gelek Herêman ferz kir, nahêle ko alîkariyên hawarçûnê bigihên Sedhezarên Sûriyan, da siyaseta xwe ya sizaya giştî ji Bo Milet li Herêmên raperînê pêk bîne. ”
Merwa salixa dorpêç û birçîkirina Rêjîmê weha da: ”Tawankariya Cengê ye, li wan Herêman qirkirina bikomel bi şêweyekî demdirêj pêk tîne.”
Cîgirê Serokê Hevbendiyê “berdewamiya birçîkirin û dorpêçkirina sivîlan” protesto kir û got: gerek li gora biryarên Encûmena Asayişê 2139 û 2165” yên ko zêdegaviyên Rêjîmê dermafên mirovan kirine şermezar dikin. Û doza vekirina dorpêçê ji ser hemû Herêmên Sûriyê yên dorpêçkirî û alîkariyên mirovî derbas bikin tev li derman û alavên bijîşkiyê di Buhêrkên sînoran re bê erêkirina Esed.
Jêder: Hevbendî