Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara ko Rêkxistina Daişê kir dermafê 41 Endamên Artêşa Azad şermezar kir, li gora raportên heyî, goman heye ku hatibin serjêkirin di yekem roja Cejna Remezanê li bajarê Elbab û li bajarokê “Çoban Bay” ya bi ser sînorê Turkyê ve.
Herweha Albehra got: “Em bi giringî lê dinerin ku Artêşa Azad divê bi tundî di rûyê evê Rêkxistina tîrorîst de bêsistî raweste ji bo berevanî û parastina Sivîlan .û got: Alayên Artêşa Azad hêza şoreşger û rêkxistî û pabend e bi piransîpên şoreşê, tenê ew dikare ziyanên Rêkxistina Daişê rawestîne û nehêle planên xwe li ser xaka Sûriyê pêk bîne, û em tekez dikin ko piştgiriya Artêşa Azad gerantiya tekane ye ji bo nehêlana vegirtina Daişê û jihevxistina wê, em sozê didin ku em peyketina Serkirde û Berpirsên Rêjîma Alesed û Rêkxistina Dewleta Islamî li ser evan tawanên ko kirine bikin, û wan bidin ber Dadgehên dadmend.”
Jêder: Hevbendî