Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, bombebarana Firokên dagîrkerên Rûsya û hinên din yên Hêzên Rêjîma Esed ko doh duşembê karwanekî alîkariyan ji 20 kamyonên bi ser Rêkxistina Heyva Sor ve pêk dihat, dema di bajarokê Orm Elkubra yê bajarê Helebê re buhûrî, di encamê de çend kes şehîd ketin û hin birîndar bûn û agir bi çend kamyonan ket pirotesto kir.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de berpirsiyariya evê tawankariyê bi temamî da ser mile aliyê Rûsî û wî sûcdar dike, Her wiha berpirsiyariya têkbirina peymana agirbestê xiste hustê Rûsya de, her wiha berpirsiyariya hemû binpêkirinan ji gava ko peyman kete warê cîbicîkirinê û heta nuha da ser mile wê, ku 264 car dîkoment bûne û 64 kes di encamê de şehîd ketine.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev tawankarî nîşana ragihandina sotandina hemû çareseriyan ne, û berdewamkirina bijardeya kuştin û wêrankirinê ya ko Rêjîm wê baştir dibîne bi piştgiriya dagîrkerên Rûsî yên tawankar, her wiha ew şermezarkirineke ji civaka navdewletî re ji ber nehilgirtina wê ji berpirsiyariyên xwe re beramber cengeke tawankarî ji pênc salan ve li ser miletekî resen pêk tê, miletekî ji bo doza azadî, rûmet û dadiyê xwepêşindan kir.
Hevbendiyê daxuyaniya xwe wisa bidawî kir:” Ev tawankarî wek hemî tawanên Rêjîmê û hevalbendên wê yên berê ye, wê nikaribe viyana miletê Sûrî têk bibe û wê me bihêztir bike di bizava di ber amancên me de, heta em wan misoger bikin.”
Jêder: Hevbendî