Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Îro sibehê li Bargeha Emaneta Giştî li Istanbolê civînên xwe yên ev du roj lidar in berdewan dike. Di civînê de mijara Civîna Erebî ya Bilind ya ko dê di 28 Adarê de çê bibe û pêvajoya Hevdîtina Mosko 2 gotûbêj kirin.
Dersteya Giştî biryara erkdarkirina Desteya serokatiyê û bi şêwirdarî digel Nivîsgeha Hevbendiyê li Qahirayê bi kar ji bo amadekaiyên beşdarbûna Hevbendiyê di Civîna Bilind ya Erebî li Qahîra de.
Desteya giştî li vexwendina ko ji aliyê Wezareta Derve ya Mosko hatiye temaşa kirin , û biryara nebeşdarbûna xwe da di Frakisyona Mosko ya dê di destpêka meha bê çê bibe.
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî civîna xwe ya her demeke destnîşankirî carekê ye hejmara 20 doh destpê kir, ya ko dê heta roja yekşema sibe bimîne.
Desteya Giştî di roja yekê de raportên Serokatiyê û yên Wezareta Berevaniyê û yên Erkan û pêşniyazên Desteya Siyasî pêşkêş kirin.
Di her du rojên dahatî de wê çend babetên din pêşdîtin bikin, yên giringtirîn di wan de serdanên derve yên Desteya Serokatiyê û gengeşeya rewşa Cezîra Sûrî ,û erkên Şoreşê bi derbasbûna sala pêncan û pêşkêşkirina hin belgeyên bi evê mijarê ve têkildar ji aliyê hin Endaman .
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoca di civînên doh de got ko plana Şandyarê Navdewletî Sitîvan Dî Mistora ya ji bo rawestandina şer li Helebê têk çû û nuha planeke siyasî ya nû amade dike.
Jêder: Hevbendî