Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi amadebûna cîgirê serokê Hevbendiyê Miwefeq Nêrebiyê û emîndarê giştî Ebdilîlah Elfehed, bi encumana xwecihî ya parêzgeha Deraa re civiya, wek xelekekê ji zincîreke hevdîtin û civînên ku Hevbendî bi dezgehên sivîl û şoreşger û leşkerî yên di hundurê welat de re dike, ji bo xurtkirina peywendiyê û hevgirtinê bi hundur re.
Di civînê de bi serokê encumana xwechî Yaqûb Al’amar û endamên nivîsgeha cîbecîkar re, ya ku îro di riya Skype re çêbû, behsa mîkanîzma kar û peywendiyan bi hundurê encumana xwechî û şaxên wê yên li horanê re, her weha behsa rewşa xizmetguzarî û hawarçûnê û tendurustiyê li Deraa, û rewşa meydanî, nemaze bûyerên dawiyê yên li parêzgehê dibin ji aliyê leşkerî de hat kirin.
Hevbendiyê daxwaz ji Encuman kir ku bi rola xwe rabe di yekkirina alayên şoreşger de li dijî Esed û girûpên DAIŞê û milîşyayên mezhebperest, her weha hevbendiyê pesnê xebata Encuman da di rêvebirina doseyên mirovahî û xizmetguzarî, û rola mezin ya ku di Navenda Dadweriyê de li Horanê pê radibe.
Û Hevbendiyê behsa giringtirîn pêşdeçûnên siyasî û pirosesa danûstandinan li Cinêvê û nerîna wê derbarê Veguhestina Siyasî li Sûriyê, û giringiya wê ji bo welat bighîne qonaxa ku tê xwestin ji azadî û dadwerî û rûmetê kir.
Jêder: Hevbendî