Hevbendiya Niştimanî Sûrî îro projeyek ji bo çêkirina Ragihandina Niştimanî li Sûriyê destpê kir, ew yê ko gelek kesayetiyên Ragihandinî yên li ser amadekirina rêzaniya karê Ragihandina Niştimanî dê çavdêr bin.
Birêz Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimanî di destpêkirina hevdîtinê de tekez kir ko”Şerê Ragihandinî îro ji aliyê giringiyê ve ji şerên leşkerî yên ko Artêşa Sûrî yî Azad li dijî Rêjîma Esed dike nekêmtir e.
Û cemaweên ko Ragihandina îro ji bo wî tê çêkirin, ne Şoreşger tenê ne, belê heta bi ew kesên kêm yê dilxwazên Rêjîmê ne jî, ew yên ko nabe piştguh bibin, çimkî Sûriya ne ji Şoreşgeran tenê re ye, lê belê ji hemû Sûriyan re ye, bê cudahiya regezperestî yan milî an ramanî”.
Elbehra ji pisporên Ragihandinê daxwaz kir”ji bo bi istiratîciyeke tekûz ji bo çêkirina gotareke ragihandinî terazûkirî û bê cudakirin û piştguhkirina tu kesî û karibe nuha û piştî rûxandina Esed û Çeteyên wî serkêşiya Welat bike. Û rola Hevbendiyê tenê di piştgirî û rêdana çalakiyan de ye, bê ko têwirdanê di dîtin û gotarê de bike, û wê di hundirê Toreyeke hevgihandinê bi Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re be.”
Jêder: Hevbendî