Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê li karîna Rêjîmê biguman e, derbarê kontrolkirina Milîtanên xwe yên mezhebperest yên Hizbullah û yên ko ji Îran û Efxanistanê anîne,û dijminkariya wan birawestîne, li gor peymana ko di navbera Rûsya û Emerîka de hate imzekirin.
Di hevdîtina Şanda Desteya Siyasî bi wezîrê dewleta Ispanî yê karûbarê derve Exnatiyo Îbanît re, di seredana wî ya Tirkiyê de îro sibehê li qunsilxana Îspanya li Istanbulê, cîgira serokê Hevbendiyê Nexem Elxadirî diyar kir ko nezelalî di gelek xalên peymanê de heye, û mijara deketina milîtanên biyanî yên ko li rex Esed şer dikin û PYD di rêkeftinê de nehatiye.
Elxadirî tekez kir ku giring e fişar li Rêjîmê bê kirin da alîkariyên mirovî ji kesên dorpêçkirî re derbas bibin, û girtiyan berdin. Û red kir ko tewera mirovî bi ya siyasî ve bête girêdan, çimkî ew dibîne ko mijarên mirovî danûstandin di wan de nabe.
Her wiha Desteya siyasî piştî nîroya îro digel cîgirê şandeya Niyozelendî li Tirkiyê Eyd Mikaysîk biryara rawestandina şer û têkbirina tiroristiyê gotûbêj kir.
Endamên Hevbendiyê tekez kirin ko hebûna Beşar Elesed nahêle veguhastina siyasî li Sûriyê pêk bê û dê gelemşeyê bêtir bike, û tiroristiyê li dervî sînorê Sûriyê jî belav bike.
Jêder: Hevbendî