Îro beyanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê nameyek ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî re şand derbarê êrîşên dawiyê yên rêjîma Esed di şeva duşemê de bi bermîlên teqîner yên bi gaza kilorê li ser bajarê Sermînê li gundewarê Idlibê avêtin, ku bû sedema şehîdbûna şeş kesan ji yek xêzanê sê zarok di nav wan de hebûn.
Di nameyê de Hevbendiyê daxwaza Karin xurt û vebir ji Encûmena Ewlekariyê kir di riya bicihkirina biryarên Encûmenê yên pêwendîdar bo rawestandina rêjîma Esed ji pêkanîna kuştarên zêdetir derheqê gelê Sûriyê, û tekezî kir ku pêwîst e biryarên Encûmena Ewlekariyê dibin benda heftan de bin heta ku rêjîm rêzê li wan bigire ji ber ku hîç rêzê li yasayên navdewletî nagire.
Herwiha Hevbendiyê daxwaza sepandina navçeyên dijfirîn li bakur û başûrê sûriyê kir ji bona parastina sivîlan ji birdomankirina berdewam, û dabînkirina alîkariyên mirovî û vegera penaberan bo welat û ji bona peydakirina baredoxên guncayî bo dijberiya rêjîmê û DAIŞê.
Jêder:Hevbendî