Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî , birûskeke sersaxiyê ji Şahê Erebistana Si´ûdî re Qiral Selman Kurê Ebdulezîz Al Si´ûd re dişîne, ji bo koçkirina dawî ya Rajerê Herdû Bihurmetcihên Pîroz Qiral Ebdullah Kurê Ebdulezîz di beyaniya roja îna îro .
Xoca di birûska xwe de got: “rehmetî ji mala nehînê berû mala heyînê bar kir, mehdera xwedê jê re be, eger xwedê bije erê ew çû civata peyxamber û rastgoyan, Karin mezin li şûna xwe hiştin, wê ew kar bimînin da herûher di bîra me de bînin ku ew di nav me de ye”.
Xoca weha jî got:” bi navê gelê Sûriyê û tevahiya endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî em sersaxî û dilaramiyê ji wepayedarî re û ji tevaya malbata we re û gelê Si´ûdî hemi re dixwazin”.
Di birûska serokê Hevbendiyê de weha jî hat gotin:” di rewş û kawdanên dijwar de yên Netewa Ereb û Misilman tev tê re dibûrin, payedarek û sîmboleke serfiraziya xwe jidest didin, lê em bawerin ku Erebistana Si´ûdî wê yek ji stûnên serbilindiya Ereb û Misilmanan re bimîne, û wê di helwîstên xwe yên piştgir ji mafên miletê Ereb re ji bo bidestxistina azadî û rumetê berdewam be”.
Jêder: Hevbendî