Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo bi tundî got Sîstema Netewên Yekbûyî hewcedarî çaksaziyê ye, û nakokiyên di navbera Dewletên ko cenga sar di nav wan de hebû, sedema berdewamiya tiştên ko li Sûriyê dibin û heta nuha bê çare mane, ewê hiştiye ko Rêjîma Esed tawankariyên xwe ranewestîne.
Oxlo bal kêşand ser”Nakokiyên cenga sar hêj berdewam in, di Encûmena Asayişê de pênc Dewletên herdemî Endam in hene, dudo ji wan dema berevaniya bûyerekê dikin, em dibînin ko her sê yên din dijber radibin û Vîto bikar tînin, ev jî di kêşeya Sûriyê de pêk hat.”
Herweha Oxlo tekezî kir li ser “ giringiya ko dewlet hemû di pirsgirêkên giring ji civaka navdewletî re beşdar bibin, lê nuha pênc Dewletên herdemî Endam hene, ew yên xwedî maf in ji bo dana biryara çarenûsa çi qeyrana hebe.”
Birêz Oxlo berdewam kir “çendîn Kêşe hene yên ko hewcedarî guhdana Encûmena Asayişa Navdewletî ne, ji kêşeyên ewlekariyê li Efrîqa tev ko çi dewletên Efrîqî endamê herdemî di Encûmena Asayişê de nîn in. Herweha gelek pirsgirêk li Dewletên Islamî hene û çi nûnerîtiya wan di nav her pênc dewletan de nîn e.”
Oxlo destnîşan kir “kêmaniyeke ewlekariyê di sîstema cihanî de heye, wek nimûne, Sûriya û Somal , her weha arîşeyên ewlekarî yên di nav dewletên ko ji cenga sar vegeriyane.”
Jêder: Hevbendî+Yenî şefeq