Daxuyaneyeka Rojnamevanî
Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
23ê çileyê paşî 2015an
Pir bi xem û kovan û bi dilên tije bawerî bi qeza û qedera Xudayê mezin, nûçeyê mirina xizmetkarê Meke û Medîne yên pîroz, Şah Ebullah kurê Ebulezîz Al Si’ûd, Şahê Şahnişîna Erebistana Si’ûdî gihişt me.
Rehmetî ji diniya neheq çû dinyaya heqiyê, bi saya xudê wê cihê wî buhişt be, detkeftin mezin li şûna xwe hiştin, wê ew kar bimînin da herûher di bîra me de bînin ku ew di nav me de ye.
bi navê gelê Sûriyê û tevahiya endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî em sersaxî û dilaramiyê ji wepayedarî re û ji tevaya malbata we re û gelê Si´ûdî hemi re dixwazin
di rewş û kawdanên dijwar de yên Netewa Ereb û Misilman tev tê re dibûrin, payedarek û sîmboleke serfiraziya xwe jidest didin, lê em bawerin ku Erebistana Si´ûdî wê yek ji stûnên serbilindiya Ereb û Misilmanan re bimîne, û wê di helwîstên xwe yên piştgir ji mafên miletê Ereb re ji bo bidestxistina azadî û rumetê berdewam be
Em ji xudayê mezin lava dikin ku wî bi behşta xwe şad bike û cihê wî di nav heval û hogirên pêxenberan çê bike, her tişt bidestê xweda ye.