Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce û hejmarek ji Endamên Hevbendiyê sibe şemiyê bo beşdariya di behîdariya qiral Ebdella Bin Ebdilezîz Al Si`ûd ê ku vê sibehê çû ber dilovaniya Xwedê diçin Erebistana Si`ûdî.
Serokê Hevbendiyê vê sibê birûskek behîdariyê bo qiral Selman Bin Ebdilezîz Al Si`ûd şandibû.
Xoxe di daxuyaniyeke rojnamegerî de gotibû:” Qiral Ebdella piştî ku paşmayin mezin û Karin gewre li paş xwe hiştin bar kir, wê ew bibin sembola mayîna wî di nav me de “.
Serokê Hevbendiyê wisa berdewam kir: ” Milletê Ereb û yê Misilam bejnek ji bejnên xwe û sembolek ji sembolên rûmeta xwe di rewşin dijwar û awarte de wenda kir, em bawer in ku Erebistana Siûdî bingeheke bêhempa ji rûmeta Ereb û Misilmanan re ye û wê wisa bimîne, û wê bi serkêşiya Xizmetkarê Herdu Heremên Pîroz Qiral Selman Bin Ebdilezîz Al Si`ûd li ser helwestên xwe yên piştgir bo mafê milletê Ereb di azadiyê û vegera rûmetê de bimîne”.
Xizmetkarê Herdu Heremên Pîroz qiral Ebdella Bin Ebdilezîz Al Si`ûd, vê sibê, înê, piştî xirabûna rewşa wî a tendirustî çû ber dilovaniya Xwedê.
Jêder: Hevbendî