Şanda Hevbendiya Niştimanî gihişt Erebistana Si’ûdî bo pêşkêşkirina pirse û sersaxiyan bi mirina Şah Ebdulah kurê Ebdilezîz Al Siûd.
Şanda Hevbendiyê ji Xalid Xoca serokê Hevbendiyê,Hîşam Merwe cêgirê serok, Hadî Elbehra, Xalid Elnasir,Riyad Elhesen endamên desteya Siyasî , Salim Elmislit berdevkê Hevbendiyê û Edîb Şîşeklî balyozê Hevbendiyê di Encûmena Kendava Erebî de pêk dihat.
Hêjaye gotinê ku îro Serokê Hevbendiyê, birûskeke behîdariyê ji şah Selman kurê Ebdulezîz re şandibû, û Xalid Xoca di nûtirîn daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de got ku:”Şah Ebdulah çû rehmetê piştî şûntiliyên diyar û karên mezin li şûna xwe hiştin ku wê dîdevan bin li ser amadebûna wî ya her û her di nav me de”.
Herwiha got ku:” di rewş û kawdanên dijwar de yên Netewa Ereb û Misilman têre derbas dibin, payedarek û sîmboleke serfiraziya xwe jidest didin, lê em bawerin ku Erebistana Si´ûdî wê yek ji stûnên serbilindiya Ereb û Misilmanan bimîne, û wê di helwîstên xwe yên piştgir ji mafên miletê Ereb re ji bo bidestxistina azadî û rûmetê berdewam be”.
Hêjaye gotinê, ku duhî li beyaniya roja înê Rajerê Herdû Bihurmetcihên Pîroz Şah Ebdulah kurê Ebdulezîz AlSiûd bi sedema têkçûna rewşa wî ya saxlemî çû ber dilovaniya xudê.
Jêder: Hevbendî