Rêjîma Esed doh Înê helmeta xwe ya leşkerî li dijî gelek Herêman giran û xurt kir, û gelek Kuştar pêk anîn, bi taybetî dema Firokên wî mûşekek arasteyî Sûkekê li nava Bajarokê Hemûriyê li Gundewarê Şamê kirin.
Di encamê de bidehan Şehîd ketin, zarok jî di nav wan de hebûn, digel bidehên birîndaran ko Nexweşxaneyên gorepanî ji wan tije bûne.
Herweha êrîş dan ser bajarê Dûma û taxên bajarê Elhewla li Gundewarê Humsê û bajarê Elbab li Gundewarê Helebê û Herêmên Gundewarê Deraa jî bombebaran kirin.
Salim Elmislit Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev ” Kirêtirîn û hovanetirîn tawankarî ne” û got: “Rêjîma Esed zincîreke kuştarên nû pêk anîn, berî ku xwîna kuştara Gundê Elxensa li Gundewarê Qamişlo ya ko 75 Şehîd tê de çûn zuha bibe”.
Elmislit ev tawan bi tundtirîn gotin protesto kirin, û da xuyakirin ko ev kirde parek ji kampanya Rêjîmê ya leşkerî li ser tevahiya Sûriyê ye, ku tê de Firokên Cengê û bombebarandina Top û Mûşekên arastekirî û yên bitewşî bikar anîne.
Berdevkê Hevbendiyê destnîşan kir ku” Hîç behane ji hiştina Sivîlan di navbera Bermîlên Rêjîma tirorist û bedkariyên Rêkxistinên tirorîst re nemaye”, û banga xwe nû kir û got ”giring e ko Civaka Navdewletî yekser têwerdanê bike da Sûriyan rizgar bike û dawiyekê ji Rêjîmê û Çeteyên Rêkxistinên Tirorist re deyne.”
Jêder: Hevbendî