Netewên Yekgirtî di raporteka xwe de derbasbûna 54 karwanên alîkariyên mirovî bo Sûriyê ragihand, ku ji xaka Tirkiya û Urdinê derbasbûn,da ew alîkarî bigihêjin derdora 600 hezar kesên li navçeyên jêr kontrola Artêşa Azad, wek cêbicêkirinê ji biryara Netewên Yekgirtî ya hejmar 2165 re.
Tê zanîn ku Encûmena Asayîşa Navdewletî di tîrmeha 2014an de biryara 2165 pesend kir, derbarî derbaskirina alîkariyên mirovî di sînoran re û bê erêkirina rêjîma Esed, û biryara pêşdebiria bikaranîna heman biryarê heta heva Çileyê Paşî ya sala 2016an hat dan.
Herwiha Encûmena Asayîşê xalên derbaskirinê destnîşan kiribûn, ew jî sinorên Tirkiya û Urdin û Iraqê ne, bo gihiştina alîkariyên mirovî bo du milyon kesê pêwîstdar li gor amarên Netewên Yekgirtî.
Ku heta 13ê vê heyva niha, Netewên Yekgirtî kariye 54 karwanan derbas bike, ku ew bar ji xwarin û av û dermanan pêk tên (40 di Tirkiyê re û 14 di Urdinê re), lê ji ber sedemên ewlehiyê zehmetî ketin pêşiya derbaskirina alîkariyan di sînorê Iraqê re.
Bi giştî, 12,2 milyon sûrî pêdiviya wan bi alîkariyan heye, ku 3,8 milyon penaber li Libnan û Urdin û Tirkiyê ne, û herwiha 7,6 milyon kes di hindur welat de ne.
Heman raportê ragihand ku bidehên hezaran kes di navçeyên asê de mane, ku ji wan 185 hezar ji aliyê hêzên Esed ve hatine dorpêçkirin.
Jêder: Hevbendî +Wekalat