Şanderê Navnetewî yê karubarê Sûrî Dî Mîstora tekezî li ser pêwistiya gihiştina çareyeke siyasî li Sûryayê di vê sale de kir. Dî Mîstora duh li Dafosê di civînin girtî de bi beşdarin ji Melbenda Aborî ya Cîhanî re beşdar bû.
Dî Mîstora ji Civaka Navdewletî xwest ku helwesteke hişk bistînin û got:” Divê em îsal li ser çareseriya siyasî kar bikin”. Û li ser giringiya Kar tekez kir ” Kar li ser ku civînek dî di destpêka 2016an de tune be, û welatê ku em dixwazin wî biparêzin tune be”.
Mîstora wisa jî got: ” Bizaveka ku gavekê dî bi pêş ve bavêje, dûv re gavaeke dîtir, û ev yek giring e”. û diyar kir ku bizavên niha dibin armanca wan ku dûlab bigere ber bi çareseriyek durist û eşkera ji bo tundiya li Sûryayê, û nexeme ger nîvçe be jî. û wisa berdewam kir ” Asta wêranê pir mezin e, em gihiştine qonxekê ku dewlet nema dikarin vî barî hilgrin”.
Dî Mîstora hişyarî da ku ” Aliyek dî nêzî çend kîlomitran heye, anku rêxistina “Daiş” dibe ku vê rewşê ji berjewendiya xwe re bikar bîne, û divê em bilivin”. Û Dî Mîstora wisa jî got: ” Em li şêwazekî nû digerin, divê her kes tiştê ku em dizanin bipejirîne, ku tu çareyin leşkerî li Sûryayê tune ne”.
Derbarê civîna Mosko Dî Mîstora got : ew civîn wê bi” Kesên ku li Mosko amade bibin” lidar bikeve, ji ber hîn aliyên hevrikiyê ên amade bibin nediyar in, piştî neqebûlkirina Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji beşdariyê re.
Dî Mistora wisa pê de çû: ” divê em piştgiriya Destpêka çi diyaloka di navbera Sûriyan de hebe bikin”. Û razîbûna xwe ji civîna ku li Misrê di navbera aliyên hevrikiyê de lidar e anî ziman û got: ” Her ku Hevrikî derbarê çareseriyê de zelal be, çêtir e”.
Dî Mîstora tekez kir ku: ” Tiştê gelek ji miletê Sûrayê re pêwist e, kêmûna asta tundiyê ye,em li çareyek siyasî û hûrbîniyên siyasî nagerin, dixwazin tundiyê kêm bikin”, û wisa got: ” Eger me agirbest li hejmarek ji deveran pêk anî, em wê demê hêviyan girêdin”.
Di heman mijarê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce tekez kir ku Rûsya û Iran : ” Mezintirîn Piştgir ji rejîma Esed re ne, û hewla çareseriyê û diyalokê bi mercê mana Esed didin, ev yek jî ji hêla hêzên şoreşger û siyasî ve ku piraniya milletê Sûrî ne,nayê pejirandin “.
Xoce sedema sereke ji firehbûn û vezilîna “Daiş” re vegerand nebûna istrajîk siyasî û leşkerî zelal li gel Hevalên Milletê Sûrî dijî alava kuştinê a rejîma Esed, ku ji berî çar salan ve Sûriyan dikuje.
Xoce got: ” Yek ji sedemên sereke ji firehbûna “Daiş” re, nepêşkêşkirina piştgiriya leşkerî ya gerek ji şoreşgeran re dijî hêzên Esed bû “.
Jêder: Hevbendî – Elşerq El-Ewset