Duh înê 23-1-2015.Hêzên YPG yên bi ser Partiya Yekitiya Demuqrat PYD ve, girtin ser gundê Elî Gamêş yê bi ser navçeya Dêrikê ve.
Piştî kû hêzên PYD gund dorpiç kirin û derbasî nava gund bûn û li malên gundiya geriyan, bi behaneya ku hin alîgirên (DAIŞ)ê di gund de ne, 2 hevwelatî yên bi navê (Cabir Cindî û Kurê wî Serbest) binçav kirin.
Çavkaniyekê ji xelkê gundê Elî Gamêş yê ku nişteciyên wî ji êla Xêrika ne, ji mere da xuyakirin ku, ti alîgirên (DAIŞ) û hêzin terorîst li gundê wan qet tune ne û ev tuhmetbariyeke ne raste.
Tê zanîn ku ev ne cara yekemîne ku hêzên YPG yên bi ser partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve êrîşî gundên êla Xêrika dikin, berî vê carê jî, ji gundekî din xwestibûn ku her malbatek divê xortekî yan keçekê bide, ji bo leşkeriya neçarî yan ewê wan sirgûn bikin.