Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê dest bi Helmeta” Cergên Me” ya piştgiriya zarokan li tevaya erdê Sûriyê kir. Helmet bo pêşkêşkirina şîrê zarokan li gor temenan du qonax in, wê dora 55 Hezar zarok sûdê jê wergirin.
Li gor pilanê, wê qutîk di hefteya dawî ji meha çileya paşîn werin belavkirin, wê qonaxa yekem zarokên temen ” ji temenê jidayikbûnê ta şeş mahan” bide ber xwe. Qonaxa didwan zarokên ” heft meh ta temenê salekê” ne, û wê belavkirin li parêzgehên Heleb, Idlib, Hema, û Laziqiyê be.
Pilana belavkirinê li ser xwendinin li gor lîsteyin belgekirî bi nav û temenê zarokên şîr li deverên armanckirî de hate avakirin, 55,021 qutîkên şîr kêşeya her yekê nîv kilo ye bo her du qonaxan hatiye amadekirin, bo li navç û gundên Helebê 28000 qutîkên şîr, navçe û gundên Idlibê bêtir ji 16000 qutîkên şîr, navçe û gundên Hema dor 10000 qutîkên şîr, û navçe û gundên Laziqiyê bêtir ji 10000 qutîkên şîr.
Di mijarek têkildar de, Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê kar li ser dabînkirina tibabin bêtir ji şîrên zarokên şîrmij dike, ji ber bûjenek sereke ye di xwarina wan de, herweha kar bi qonaxin dûbarekirî de ji vê helmetê bo pêşkêşkirina her tiştê alîkariya xelkê di xwedîkirina zarokên wan de dike, di bin siya van rewşên dijwar ku xelkên Sûrî tê re derbas dibin, û rewşa aborî ya aloz li hemû deveran û bi taybet li deverên ne di bin desthiata Esed de, û yên dorpêçkirî, û kêmbûna şîr û buhabûna wî eger hebe.
Hêja ye gotinê ku Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê dikarîbû bi alîkariya hevparên xwe li Sûryayê û bi piştgiriya Erebistana Si`ûdî bêtir ji 673,000 qutîkên şîr ji destpêka sala bûrî 2014an de pêşkêş bike, 10,384 ji wan bo kampên Bakurî Sûrî di dema bahoza berfê de di nîvê vê mehê de.
jêder: Hevbendî