Di demjimêr 3 sibeha şemiyê 24 vê heyva çileyê paşî, Sê topên Hawinê bi ser bajarokê Tiltemirê de ketin, yek ji wan bi ser mala Hisên Sebrî Mîro de, û ya din li nêzî dibistana” Museb bin Umêr” û ya sisyan li deverke vala ket li gor ku peyamnêrê me ragihand.
Di encamê de tu ziyanên mirovî çênebûn , lê bi tenê hin ziyanên madî çêbûn, û rewşek tirsê li rex hevwelatiyên bajarok û derdorê belav kir.
Hin dîdevanan dan zanîn ku jêdera wan topan gundê Oca bû.
Jêder: Hevbendî