Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce nav di endamên Nato ên ku li Biroksilê civiyane da bo piştgiriya pêkanîna devereke aram li Bakurê Sûryayê, bo parastina sivîlan ji tirora rêxistina Daiş û sedema sereke ji hebûna wê re ku ew jî rejîma Esed e a ku li paş kuştina Sûriyan disekine.
Herweha doza peydakirina awayin aktîv û nû kir bo pêkanîna rêbazeke giştî ku gefên rêxistina Daişê û rejîma Esed çareser bike, ku her du mezintirîn gef in bo ewlehiya herêmê û ya navdewletî û kelema sereke li pêş çi çareya siyasî li Sûriyayê ne.
Xoce kêfxweşiya xwe bo destpêşiya ku Tirkiyayê vê dawiyê bo şerê Daişê û sedema sereke jê re ku rejîma Esed li ser sînorê Tirkî – Sûrî ye ragihand anî ziman, di nav de pêkanîna devereke aram li Bakurê Sûriyayê. Û berdewam kir; ku devera aram gavek yekem û giring e bo misogeriya parastina pêwîst ji sivîlan re li hemû perçeyên Sûrî.
Xoce tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di zêdekirina piştgiriya xwe de ji girupên xwecihî li ser erdê bo misogeriya rêvebiriyek aktîv li hemû perçeyên Sûriyayê berdewam e, ev girupên ku xizmetguzeriyên sereke diparêzin û gihiştina alîkriyên mirovahî bo hewcedaran misoger dike.
Îroj, Çarşembê, Desteya Siyasî di Hevbendiyê de, di roja sisyan de li ser hev berdewam kir, deverên aram û rêvebiriya sivîl ji wan re, herweha awayên derbasbûna Hevbendiyê û Hikûmeta Sûrî a Demkî ji wan deveran re bo pêşkêşkirina xizmetguzeriyan ji Sûriyên li wir gotubêj kir .
Jêder: Hevbendî