Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, bangawaziyek ji Netewên yekgirtî re şand ji bo hawarhatina kampa Yermûkê, bi sedema rewşa xirab û sosreta xelkên têde dijîn, ku ev bêhtir ji sal û nîvekê ye di bin dorpêçkirina hêzên Esed de ye, û berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, daxuyaniyek da û têde got:”Em di Hevbendiya Niştimanî de, daxwaza cêbicêkirina biryara Encûmena Ewlekariya navdewletî dikin ya hejmar 2165, ya ku rê dide derbasbûn û gihandina karwanên alîkariya mirovî û pizîşkî bo tevaya navçeyên Sûrî yên dorpêçkirî bê pesenda rêjîma Esed”. Têzanîn ku kampa yermûkê ev 32 rojin bê ava vexwarinê ye, herwiha xalên wê yên nojdarî pêdiviya wan bi gelek derman û pêdawîstiyên pizîşkî heye, ku saxlemiya bidehan birîndarên wê di metirsiyê de ye, hevdem ligel belavbûna naxweşiya ” zerikê”.
Jêder: Hevbendî