Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji gelê Sûriyê kir ko, li her deverê derve û hinder, roja Înê, bi xwepêşindanan rabin, û derbirîna dîtina xwe ji bo Sûriyê û paşeroja wê bikin. û bi erkên xwe rabin û di rûyê zordaran de derkevin, û Roja Înê 30.12, bikin roja nûkirina peymanê bi pirinsîbên Şoreşa azadiyê re . Şoreşa rûmetê û bidawîkirina zordariyê bi hemû simbol û cûre û awayên wê.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de dît ko Peymana agirbestê ya ko doh imeze kirine, derfeteke nû ye, tekez dike ko miletê Sûrî bi mafê xwe yê azadî û dad û rûmetê pabend e. û xweragiriya milet û tekoşîna wî ya pabend bi pirinsîbên şoreşê di salên bûrî ji temenê Şoreşê de bilind nirxand.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî