Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji sercem aliyên civaka navdewletî kir ku rabin bi standina rêşûn û bizavên rijd ji bo rawestandina tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê û karakirina pêvejoya siyasî ligor tekestên biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêv 1.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de tekez kir ku ev kuştin û tawankarî û bombebarankirina berdewam, aşkere dike ku Rijêm her çareseriyeke rasteqîn ji vê dijatiyê re ya di rastiya xwe de şerê azadiyê dijî stemkariyê ye red dike, û Rijêm bi saya piştgiriya leşkerî û diblomasî ya hevalbendên xwe, gavekê tenê jî ber bi veguhestina siyasî de navêje.
Herwiha ku kuştina 28 kesî û birîndarbûna zêdetir ji 100 kesên din ji aliyê navenda ragihandina Xûta Şamê, û pêr roja yekşemê taxên bajar û bajarokên Xûta rojhilat ya dorpêçkirî bi zêdetir ji 30 êrîşan ji aliyê firokên şer yên hêzên Esed û bi zêdetir ji 50 mûşek û topên hawinan hatibû bombebarankirin.
Navenda navhatî raportek li ser facebookê belav kiriye û têde diyar kiriye ku bi sedema bombebarankirina dijwar û oparesyonên tawankarî yên rijêma Esed li ser navçeyê, 17 kes li bajarê “Hemoriyê” hatine kuştin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku nabe hîç kes pêşbînî bike ku wê tawankar di serxistina çi çareseriyekê ji bo rawestandina tawankariya wan de beşdar bibin, û hevdem Hevbendiya Niştimanî pabendiya zwe bi piransîp û armancên şoreşa Sûrî dupat kiriye, berovajî Rijêm ku herdem sûr e li ser kuştinê heta jê tê, eger kes wî ranewestîne.
Hevbendiya Niştimanî carek din û bi awayekî zelal tekez kiriye ku beravîtîkirina çareseriya siyasî armanca serekî ya êrîşên Rijêmê ye, ji bo binpêkirina rêkeftin û agirbestan, û herwiha ew qezencê ji bêdengiya civaka navdewletî û endamên encûmena ewlehiyê li hember bi dehên tawanan di çend heftiyên borî de dibîne, tevî tawanên berdewam yên bi dirêjahiya salan li dijî xelkê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî