Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di Yekîtiya Ewropî de Miwefiq Nêrebiyê, nîgeraniya xwe nîşan da li hember raportên tên li ser destdanîna hêzên Esed li ser alîkariyên ji esmana tên avêtin ji aliyê bernamê xwarina cîhanê ji xelkê Dêrazorê re, herwiha NY han da li ser encamdana lêkolînekê li ser van zêdegaviyan.
Nêrebiyê amaje kir ku pirsên teknîkî yên pîşeyî yên girêdayî bi avêtina alîkariyan ji esman, guman û pirsên cidî tînin rojevê derbarê biryara helbijartina firokên Rûsiya ji bo vî karî.
Nêrebiyê tekezî li ser wê yekê kir ku giring e gihandina alîkariyên mirovî bo xelkên sivîl yên pêwîstedar bête misogerkirin, lewra pêwîst e firokên tên bikaranîn bêne diyarkirin, yên dikarin bi awayekî çalak alîkariyan bavêjin ji esmanan, ne li gor dilxwestina Rûsiya.
Nûnerê Hevbendiya Niştimanî di Yekîtiya Ewropî de got ku “heger dewletên nêzîk ji navçeyê amade nebin bo pêşkêşjirina mêkanizmên berdest bo NY ji bona avêtina alîkariyan bi awayekî serkeftî, di wê demê de em hevparên xwe yên navdewletî han didin ku bi pêgavên yekalî rabin ji bo misogerkirina gihandina alîkariyan bo deverên herî pêwîstedarî alîkariyan, ku bêhtir ji milyon kesî hêjî di bin dorpêçkirinê de dijîn”.
Jêder: Hevbendî