Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di civîneke kar li gel berpirsên Wezaretên Derve yên Brîtanya û Almanya li baregeha Hevbendiyê li Stenbolê de, tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina piroseya siyasî û pêşdebirina cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê bi taybetî biryarên 2118 û 2254, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tam li welêt kir, û pêşhatên rewşa siyasî û meydanî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve, Cîgirê Serok Ebdulmejîd Berekat, Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdilehad Istifo û Endamê Desteya Siyasî Ebdullah Gedo amade bûn.
Û ji aliyê Almana ve, şêwirmendê dosyeya Sûrî di Balyozxaneya Sûriyê ya Almanya li Enqerê Alexander Kasper, û ji aliyê Brîtanyaya ve Elinor Liebmann berpirsa dosyeya Sûriyê di Balyozxaneya Brîtanya de li Beyrûtê, beşdar bûn.
Û Beşdarên ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve, cext kirin ku baweriyek navdewletî heye derbarê redkirina rijêm ji hemû çareseriyan re, her weha ji rabûna Komîta Destûrî bi karê xwe yê nivîsandina destûreke nû bo Sûriyê da daxwazên gelê wê pêk bîne, û hevnerîn bûn li ser pêwîstiya dîtina rêyeke dîtir bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û vekirina sepetên dîtir ên danûstendinan.
Û kesên amade behsa rewşa mirovî û azarên Sûriyan yên ku gihiştine asteke metirsîdar ji ber astengkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovî di riya sînor re kirin, û tekezî li ser pêwîstiya dîtina berdêlan bo rizgarkirina sivîlan ji rewşa xetimî ya ji Encama rakêşanên di Encumena Ewlekariyê de kirin.
Û amadebûyan behsa rewşa rojhilatê Sûriyê bi taybet li parêzgeha Dêra Zorê û dijminkariya milîsên PYDe yên terorîst li ser gund û bajarokan û pêkanîna tawanên hovane dermafê sivîlan û redkirina wan a bi serhişkî ji rêvebirina nişteciyên xwecihî ji deverên xwe re, gotûbêj kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku milîsên PYDe yên tirorist kar li ser wêrankirina tevna civakî ya Sûrî dikin, û ji bo ajandayên nesûrî dixebitin.
Ji aliyê xwe ve, herdu berpirsên Brîtanî û Almanî, tekezî li ser piştevaniya welatên xwe ji gelê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa û hêviyên wî yên ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî