Bi slogana “Em Paşeroja xwe Nîgar dikin” îro li bajarê Istnbûlê kongirê salane yê sêyem yê Kombenda “Welat” ya ko di biwara avakirin û geşepêdana mirovî û Civakî de kar dike.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Nesir Elherîrî di destpêkirina Kongir de gotinek da tê de got: Gelê Sûrî ji bo beraberiya astengiyên xwe hêviyan li ser xebata me datîne, û ev li ser Dezgehên Gelê Sûriyê û Hevbendî yek ji wan gelek berpirsiyariyan datîne, ji nav wan alîkarî û piştgiriya civaka sivîl da hevrêzî û hevkarî di navbera wan de bilindtir bibe, û her Rêkxistinek li gora rewşa xwe, herweha destnîşan kir: “Giring e ko ev hevkarî û hevrêzî li gora berjewendiya her Rêkxistinekê li aliyekî û li gora pêdiviya wê be û her yek serbixwetiya wê parastî be û armancên xwe misoger bike.”
Emîndarê giştî giringî da ko: “Şiyanan berhev bikin da avakirin û geşepêdanê li Sûriyê pêk bînin,” û tekez kir ko: “ Karê Dezgehî bingeh e ji bo Welatê me pê ava bibe.” Elherîrî karê Kombenda “Welat” ya ko “Karê Dezgehî komel ji xwe re rêbaz kir, alavine kar ko li gora rewşa dijwar ya ko li ser xaka Sûriyê dibe, û hevkarî bi hemû şêweyên ko di rewşa şer û bombebarana bêserûber ya ko digihêje hemûyan. ” Elherîrî destnîşan kir ko: “Kombenda Welat ezmûneyeke balkêş pêşkêş kir.”
Da xuyakirin ko: “Pir giring e têklî û hevakarî û hevrêzî di navbera Kombendê û çarçoveya wê de ji Rêkxistinên Civaka Sivîl çi di mijara Mafê Mirovan de û çi karên Desthilatê û Rêkxistinên karmend de ji bo piştgiriya Gelî Sûrî di hemû biwaran de bikin.”
Emîndarê giştî daxwaz kir: “ Hemû kesên amade û hemû Rêkxistinên ko dengê wî digihê wan û aliyên Herêmî û Navnetewî ko şiyanên xwe pirtir bikin û pêvajoya xêrê ji bo piştgiriya Kombenda Welat bikin.”
Ji aliyê xwe ve Serokê Kombenda Welat Meaz Elsîbaî got ko: “ Ji bo evê salê wê Kongir gelek proje û pêşxeriyan bibîne, herweha wê Kargehên kar binimîne, bi amanca ko pêşxeriyên nû dirist bibin û avakirina çaksaziyên zanistî ji bo Endam û şirîkan amade bikin.”
Herweha Elsîbaî ragihand ko“ Dezgeheke nû bi navê Afaq pêşber kir, ew guhdanê li karûbarê Xwendekaran dike û dapêdana Bexşanên xwendinê ji wan re dike-”hêja yî gotinê ye ko: “Welat” sala 2012an dest pê kiriye wek çarçove ji Dezgeh û kombendên kar ko destpêka karê wan ji 2006an ve ne, Welat hûrbîniyê dide ser karê mirovî û civakî û geşepêdanî û şiyan dike ko himbêzgeh be ji xortan re ne li ser bingeha siyasî.
Jêder: Hevbendî