Ragihandineke Rojnamevanî
Xalid Elsalih
Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî
21ê Tebaxa 2014z
Êvara roja yekembîranîna êrîşên kîmawî li ser Xota Şamê,rijêm bi êrîşkirina ser Cobera Şamî bi Xazên Jehrê tawana xwe careke din dubare dike, û di encamê de pênc şehîd ketin û gelek kes ketin rewşa bîntengiyê û nêzî xeniqandinê bûn, li gor hin çalakvanên herêmê gotin.
Em vê êrîşa ji mejiyekî tewnkar derketiye şermezar dikin, bi vê êrîşê rijêm dixwaze ji civaka navdewletî re bêje, ezê berdewam bim di kuştina gelê sûrî û binpêkirina yasayên navnetewî de, ji ber ku ew dizane ku tu karê birastî dijî wî ku wî ji tawanên wî vegerîne tune ye.