Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niiştmanî Ya Sûrî
21ê Tebaxa 2014z
Gelî miletê Sûriyê..
zaroyên welatê min
salek bi temamî di ser tawana hemdemî re derbas bû,tawana bikaranîna çekên kîmawî li Xota Şamê, ev tawana tîrorîst ya ku wijdanê mirovahiyê hejand.me di vê tawanê de gelek şehîd dan û pirên wan jî zarok bûn, û rûyê rijêmê yê rasteqîne eşkere bû, em vegerandin dema Berberiyetê û tevlîheviyê yên ku tu rewişt an yasa nikarin wê rêxistin bikin.
Ew tawan çêbû di bin sîbera bêdengiya navnetewî ya ku tenê çekên tewnkar jê standin û ew azad hişt, ev tawan ji bilî ku tawanek cengê ye, tawanek dermafê sûryê û gelê wê de ye ji ber ku rijêma tewankar çekên kîmawî radest kirin, ew çekên ku gelê sûryê bi xwîna xwe û gepa devê zarokê xwe kirîne.
Em ji cihanê bi tevayî re dibêjin ku em ranawestin û wijdanê me venahêse ta ku em tewankaran di nav lepên dadmendiyê de nebînin, û Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî bi hemû şiyanên xwe kar dike da vê kêşeyê bighîne Dadgeha Tewanan Ya Nêvdewletî çimkî ew kirêtirîn tawana cengê ye di serdema nûjen de, ew êş û azarên ku pakrewanên me dîtin û hêsirên çavên dayik û bavan dema zarokên xwe didîtin ku çawa dixeniqin, wê bibin ronî û rêber ji rêya xebata me re û em tucarî ji vê dozê nagerin.
Gelî miletê Sûiyê….zaroyên welatê min:
Me gelek êş û cefa kişand û gelek qurbanî dan di ber azadî û rûmeta xwe û avakirina welatê xwe yê em dixwazin de, bê goman emê di dawiya rêça xebatê de azadî û rûmeta xwe bidestxînin û çendî qurbanî pirbin jî em azadî û rûmeta xwe ji dest xwe bernadin.
Gelî xuşk û bira û dayik û qîz lawan:
Bila ev bîranîn bibe helkefta ku em soza xwe bi welatê xwe re û gelê xwe re yê ku tewankar nikare wî ji ber hev bixe û stemkar nikare wî birevîne nûbikin, ev bîranîn divê hêzê bide me da em tev bibin yek li dor ala welat ya ku me tevan di bin siya xwe de dihêwirîne,welatê me yê ku em jê hezdikin û emê wî ava bikin eger stemkar bivên an nevên.
Ez bi êşa dûrbûna zarokên we yên bê guneh ji we têşim, ez pê dizanim ku çûnûhatina li ber dilan çendî pir be jî nehêjaye henaseke zarokekî ku bi xaza şerm û tawanê xeniqiye, lê ez ji we re dibêjim ku Sûriya bi tevayî malbata û himbêzgeha we ye… sûriya birîndar bi tevahiya gelê xwe ana sersaxiya we dike, sûriya birîndar bi tevahiya gelê xwe ve rehmê li pakrewanên azadî û rûmetê tîne.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re
Saxî bo birîndaran
azadî ji girtiyan re
Serfirazî û azadî ji sûriyan re.
Bijî Sûriya.