Duhî roja çarşemê, taxa Cober ya Şamê rastî bombeyên gazên jehrê hat, ji aliyê hêzên Esed yên li rêbendên derdora taxa navborî, hejmara qurbaniyên êrîşa bi gazên jehrê li ser taxa Cober giha 5 kesan û bêhtir ji 10 birîndaran. Hevdem bû digel 4 êrîşên asîmanî bi firokên rêjîmê li ser taxa navborî, û herweha bajarokê Hizrima li navçeya Elmerc li Xota Rojhilat bi topên hawinan hat gulebarankirin ji bal hêzên Esed yên li rêbendên nêzîk û di encamê de hin sivîl birîndar bûn. li Qelemon, di çiyayên Filîta di şer û pevçûnan de, şoreşvanan 15 çekdarên hizublaha terorist kuştin, û herwiha şoreşvanan li wê deverê cihin nû bi dest xwe anîn. û li aliyekî din firokên rêjîmê du êrîşên asîmanî birin ser çiyayê bajarokê Ras Elme´era, herwiha bermîlên teqîner avêtin li ser çiyayên bajarokê ´Irsal. û li Xan Elşîh, di navbera hêzên Esed û artêşa Azad de li derdora fewcê 137an şer û pevçûn qewimîn, û herwiha Firokên şer yên rêjîmê 7 êrîş birin li ser bajarokê Dêr Elesafîr û zeviyên Elrikabiya li gundewarê Şamê û di encamê de hin birîndar û şehîd ketin.
(Jêder: Hevbendî +Şam+ Smart)