Con Mekîn sînatorê Komarî duhî roja duşemê daxwaza :” zafkirin û zêdekirina lêdanên asîmanî li dijî rêxistina DAIŞ kir “, û amaje kir ku ew êrîşên asîmanî yên Amerîkî dijî DAIŞ pêdiviye “Sûriya jî bi xwe ve bigire”. û Mekîn tekez kir ku :”serjêkirina rojnamevanê Amerîkî Cîmis Volî bi destên çekdarên rêxistina DAIŞ, pêdiviye bibe xaleka guherînê di danustandinên Serok Barak Obama de derbarê çawaniya reftar û dan û standinê digel vê rêxistinê”. Herwiha Mekîn di çavpêketineke telefonî de got :” pêdiviye ew lêdanên li Sûriyê jî bê kirin”. û got ku:”pêwîste baregehên DAIŞ di Sûriya de bên wêrankirin, ji ber ku wan destgirtin li ser gelek alavên serbazî di dema zalkirina bajarê Mûsilê di meha Cehzîrana bûrî de û ew alavên Serbazî veguhestine bo baregehên xwe di hindur Sûriyê de”. û daxwaza têkşikandina DAIŞ kir û got:” pêdiviye Em wan bişkînin ne wan rewastînin.”
Jêder: Royterz