Îro nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û di çarçova delametekê de ku navûnîşana wê peywendî digel axêvnerên bi zimanê Tirkî re di hindur û di derveyî Sûriyê de, beşê Zimanê tirkî vekir da bibe platformek şoreşgerî û piştgir ku beşdariyê di zêdekirina gihandin û têkiliyan di navbera hevwelatiyên Sûrî de bike, û pencerek be bo xurtkirin û ronkîrina dîmenan, û pêşkêş kirina wêneyekî rast û durist ji dewlemendî û singfirehiya kesayetiya Sûrî û pêşxistina pêwendiyên wî digel tevahiya pêkhateyên devera me de. Herweha di beşê Tirkî de wê belavoka rojane ya Hevbendiyê bi Zimanê Tirkî bête weşandin, û wê peywendiyê digel Cemawer bike bi riya malpara xwe li ser enternêtê û malperên din yên peywendiyên Civakî, herwiha wê pêwendî û girêdanan digel dezgehên ragihandinê û çalakvan û rojnamevanên tirkûmenan li derve û di hindur Sûriya de bike, di çarçova gelek delametên cuda de bo mikom kirina karê hevbeş ji bo alîkariya Şoreşa Sûrî, û rizgarbûn ji rêjîma Esed ya ku Sûrî bi tevayî çewisandin ji tevaya ayîn û alî û neteweyan.
Jêder: Hevbendî