Hevbendiya Niştimnî Sûrî li ser zimanê Razgirê giştî Nesr Elherîrî bikaranîna rejîma Esed ji xazên jehirdar re di armanckirina bajarê Edra Umalî şermezar kir. û Ji ” Hevbendiya Navdewletî xwest ku operasyonên leşkerî li ser navendên rejîma Esed û Rêxistina ” Daiş” bi hev re pêk bîne “.
Zêde kir: ” Tirora ku Esed derheqê sivîl, zarok, û jinan bikar tîne, di ser her tirorê re ye ku dibe Civaka Navdewletî têkev riwê wê de”.
Herîrî di daxuyaniyeke rojnamegerî de ku îroj weşiya diyar kir: ” Di dema ku balefirên Hevalbendiyê êrîşên xwe dibe ser wargehên rêxistinên tirorê li Sûriyayê, rejîma Esed (kaniya rastîn ji tirorê re) vedigere bikaranîna cureyên tirorê yên herî kirêt derheqê sivîlan de, û xazin jehirdar ku hindek çalakvan guman dikin ew xaza Kilorê be bikar tîne “.
Hêjaye gotinê ku vê sibehê rejîmê bajarê Edra Umalî li gundewarê Şamê armanc kir, di encamê de, 8 şehîd ketin, û betirî 50 kesî hindek zarok û jin jî di nav wan de hebûn ketin rewşa bihinçikandinê.
Armanckirina rejîmê ji vî bajarî re piştî 8 heyvan ji dorpêçkirinê, û piştî du hewldanên têkçûyî ji bo derbasbûna wê tê, lewre xazên jehirdar bikar anîn, di binpêkirinek xuyayî ji biryara Encumena Ewlekariyê nemre 2118 ku ji mercên wê nebikaranîna çekên kîmawî û xaziên jehirdar-.
Razgirê Giştî yê Hevendiya Niştimanî Sûrî Tekez kir ku: ” Hevbendiyê berî niah haydarî dabû li ser sûdedîtina rejîma Esed ji şerê ku Hevalbendiya Navdewletî li ser tirorê dike bo dijwarkirina operasyonên xwe û bikaranîna kuştarin bêtir û bidestxistina serkeftiyan di deverên dî de “.
Jêder: Hevbendî