Hevbendiya Niştimanî Sûrî di agahnameyekê de doh belav kir, doz li birayên Tirk kir, da sînor li ber penaberên ji ber zordariya Rêkxistina Dewleta Iraq û Şam reviyane vekin û rê li ber wan hêsan bikin, herweha destnîşan kir: “Gelek raportan anîne ziman ko bêtir ji 7,000 sivîl li ser sînor di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ji roja pêncşembê bêçare mane.”
Piraniya wan Zarok û Jin in û ew di rewşeke mirovî ya pir xerab de ne.” Herweha doz li Civaka Navnetewî û Rêkxistinên Mafnas û Mirovî kir ko destê alîkariyê bidin û bi lez ji bo evê bobelatê alîkar bin.
Herweha Hevbendiyê da xuyakirin ko: “Bajarê Kaniya Ereban (Kobanî) yê bi ser Helebê ve, ji sê aliyan ve Rêkxistina tirorist ew dorpêç kiriye, digel bombebaraneke tund bi Bombavêj û Mûşekan û evê hişt ko gelek xelkên wê derbider bibin û bi taybetî gundên: Kelik, Zerik, Qemşê, Zilxik û Toraman ya ko bi ser bajêr ve ye. Herweha Hevbendiya Niştimanî Sûrî dubare ev tawankariyên hovane yên ko li dijî Sivîlan dibin protesto kir, û tekez kir ko: “kiryarên ko ev Rêkxistin dike bi kuştar û derbiderkirina xelkê ew tawankariyine mezin in li dijî sivîlan , û ev di lîsteya tawankariyên wê de têtin nivîsandin”
Jêder: Hevbendî