Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza lidarxistina civîneka awarte ji encûmena asayîşê kir, ji bo gengeşekirina “encamên metirsîdar” yên hatîn di raporta komîta lêkolînên navdewletî de, û çespandina berpirsyaretiya Rijêmê yan ya Rûsiya di ber bombebarankirina karwanên hawarhatinê yên ji aliyê NY li sala bûrî hatin şandin.
Hevbendiya Niştimanî duhî li roja sêşemê (14’ê adarê) tekezî kir li ser giringiya ku “encûmen bi rijdiyek mezin ji hestê berpirsyaretiyê rabe, û pêwîst e siza li asta encaman bên”, û daxwaz kir ku Rûsiya bi “erkê xwe rabe wek endamekî herdemî yê encûmena asayîşê û herwiha wek aliyekî çavdêr ji danustandinan re û aliyekî gerantor ji Rijêmê û hevalbendên wê re”.
Ku komîta lêkokînên navdewletî ya serbixwe, duhî, berpirsyaretiya bombebarankirina kaniya E’în Fîcê li Wadî Bereda ya li dawiya sala bûrî xist stûyê hêzên Rijêmê, û tekez kir ku ew bombebarankirina “esmanî ya bimebest” digehêje asta tawanên şer û bû sedema birîna avê ji ser zêdetir ji pênc milyon kesî ji xelkê Şama paytext.
Hevbendiyê bal kişandibû ku “Rijêmê ew tawan kir ji bo derbaskirina tawaneka din” ya koçberkirina xelkê Wadî Bereda û sepandina zalgeha milîsên terorîst yên Îranê li ser navçeyê, û bi mifagirtina ji perdeya siyasî û leşkerî ya Rûsî.
Herwiha raporta komîta lêkolînan berpirsyaretiya êrîşa ser baregeha herdemî ya Heyva Sor li bajarokekê Idlibê xistibû li ser milê Rijêmê yan Rûsiya û tevlî diyarkirina berpirsyaretiya Rijêmê di ber bikaranîna gaza kilorê çendîn caran li dijî bajarokên Şamê û gundewarê Idlibê.
Hevbendiya Niştimanî rola Rûsiya rexne kiribû û tekez kiribû ku hêjî Rûsiya li aliyê Rijêmê û tawankariyên wê radiweste û û gotibû ku “Rûsiya hêjî perdeyan têxe li ser berdewamiya komkujiyan û koçberkirina nećarî û kar dike ji bo parastina tawankaran ji sizayan” û gotibû ku Mosko hêjî hevpar e di ber van “hemû binpêkirin û tawanên berdewam de yên berovajî yasa navdewletî û rêkeftinên amzekirî, û li rola xwe wek aliyekî gerantor ji agirbestê re yan ji bo dîtina çaresetiyek siyasî ya rasteqîn”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî