Rêxistina ” Qedexekirina Çekin Kîmawî” duh Duşembê ragihand ku rejîma Esed dest bi wêrankirina wargehên çêkirina çekên kîmawî yên mayî kir, tev ku ev operasyon ji ber rewşên seqayê û pirsgirêkin locistî dereng ket.
Derbarê vê yekê de endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs got ku Hevbendî di diyarkirina Esed ji hemû embar û kargehên xwe yên kîmawî re biguman e, ji me re tekez bû ku hêzên rejîmê xaza Kilor ya jehirdar li gelek cihan bikar aniye, û bêtir li taxa Cober ya Şamî.
Camûs zêdetir got ku ev yek nîşana hebûna ” Hewcedariya rejîmê ku ev çek li rex wî hebe bo dijî milletê me yê şoreşger bikar bîne, û nayê famkirin destberdana Beşarê Esed ji vî cureyê çekan di dema hewcedariya wî jê re “.
Camûs destnîşan kir ku bersiva neyînî ji hêla Civaka Navdewletî li ser bikaranîna çekê kîmawî dijî milletê me ji 21 Tebaxa 2013an ” Derdeseriyek mezin ji me re çêkir” ji ber ew tirsnaktirîn tawan di sedsala bîst û yekê de bû. Ji ber Emirîka bi pejirandina Esed ji wêrankirina çekên kîmawî bes kir, û gefên xwe yên dûbarekirî û bizav û erkên xwe yên mirovane û navdewletî jibîr kirin. Destnîşan kir ku rejîma Esed ev yek mîna destûrdanekê bo bikaranîna tawanên bêtir derheqê milletê Sûrî de dît.
Endamê Desteya Siyasî destnîşan kir ku divê Civaka Navdewletî Beşarê Esed mîna tawanbarekî cengê ceza kiriba, li şûna bazarên navdewletî yên li ser hesabê xwîna milletê Sûrî ne. Camûs got: ” Giring e bal bê kişandin li ser biryara 2118 ya taybet bi jihevxistina çekên kîmawî yên rejîma Esed ku ma xamava li ser kaxezan”.
Hêja ye gotinê ku alavine ragihandinê – li gor efserekî leşkerî ku nêzî malbata Esed e- hebûna pênc wargehên ku tibabin mezin ji çekên kîmawî di wan de hene û rejîma Esed ew li Şam û derdorê veşartine ragihand.
Jêder: Hevbendî