Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Enwer Bedir salix da mangirtin û helmetên ragihandinî yên alîgirên Esed li dijî Rêjîma wî dikin û got: “Ew yek ji nîşanên mezin e ko dawiya Esed nêzîk bûye, piştî ku xelkên Sûrî di xwepêşindana aştiyane ya yekem de ew rûxandin, li meydanên Deraa, Hums, Banyas, Beyade û Şamê, ya ko bersiva wan bi gulleyan hat dan.”
Eendamê Hevbendiya Niştimanî got “Bêzariya ko ketiye nav leşkerên artêşa Elesed de, tevlî ew kesên ko bi hestên milî xapandine û jirê birine, da navbera miletê Sûrî têk bibe, û ew dane kuştin bi behaneya parastinaê û ew kirine qurbanî da pîlanên xwe yên siyasî li Herêmê pêk bîne.”
Herweha Bedir axaftina xwe ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re wisa bidawî kir: “Deriyê Şoreşê li ber herkesî vekirî ye, û derengmayîna tevlêbûna Şoreşê peywendiyê digel tu kesan de têk nabe, hemû Sûrî parek bingehînin û di tevgera Gelî de bi bandor in, çimkî Şoreşa me bi kurtî ne Şoreşa alîgir û rikbera ye, lê ew Şoreşa rûmet û azadiyê ye. ”
Jêder: Hevbendî