Li ser raporta “Hiyûmen Rayits Wotiş” ya ko tekez dike ku gencîniya Elesed ya kîmawî têk birine lê qurbaniyên êrîşên kîmawî mafê wan nehatiye dan, Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Mihemed Xêr Bengo tekez kir ko: “Tiştê Rêkxistinên Navnetewî û Mirovî pê radibin û ji wan jî “Hiyûmen Rayits Wotiş” ji belgekirina tawankariyên dîktatoran û yek ji wan Elesed e, ew raport nikarin tu guherînê bikin, gava ko Encûmena Asayişa Navnetewî jikarketî be, û viyana Siyasî ji bo rakirina evê bobelatê ji ser Gelê Sûrî tune be”.
Û da destnîşan kir ko: “Civaka Navnetewî hêj çavê xwe ji tawanên Rêjîma Elesed digire.”
Bengo di axaftinekê de ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re got: “Emerîka dikarî bû derbekê li Rêjîma E lesed bide, lê piştî gef û sozan, tenê alava tawanê bir, lê Rêjîm tevlî kuştarên ko dike serbest hişt”
Endamê Desteya Siyasî bipirs got: “Eger qurbaniyên kuştara kîmawî 1500 sivîl bin û hêj Civaka Navnetewî bêdeng e û Kujer siza nake, na xwe çima çavê xwe ji dehhezarên din ko hejmar gihaye 230 hezar kes ko bi destê Rêjîmê bi hemû cûreyên çekan mîna xazên jehrîn û kilor û Bermîlên teqîner şehîd ketine.”
Bengo daxwaz ji Civaka Navnetewî kir ko dev ji berjewendiyên xwe yên demkî yên ko dixwazin Rêjîmê biparêsin berdin, bila alîkariya Gelê Sûrî bikin di têkçûna Rêjîmê de û azadiya xwe bistînin, bi taybetî ko Civaka Navnetewî “bi imzakê dikare rewşa sûrî çareser bike”, û bila ne tenê rola wan “Kujer berdin û kuştî bidarve bikin.”
Jêder: Hevbendî