Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna terorîst ya îro li vê sibehê li bajarê Stembolê şermezar kir.
Herwiha sersaxiya kesukarên qurbaniyan û daxwaza saxiyê ji birîndaran re kir, hevdem rawestandina xwe li kêlek Tirkiyê li hember kiryarên terorîst yên armanckirina ewlehî û seqamgeriyê tekez kir.
Herwiha got: ku “Miletê Sûriyê bi xwe bêhtirîn milet e ku hevxemparê hest û nestê qurbaniyên terorê ye, û ew ji her miletekî bêhtir têdigehe bi qebarê hovîtiya van tawanan, nemaze ku ew bi xwe û rojane û bi dirêjahiya çend salan tûşî terora rêjîma Esed û girûpên terorîst yên ser bi rêjîma ve dibe”.
Hêjayê gotinê ye ku parêzgerê Stembolê, Wasib Şahîn, kuştina 11 kesan di teqîna sibehiya îro de li nêzîk rawestgeha balhilgiran li navçeya bayazîd ya dîrokî ya di nîva bajar de ragihand, ku neferhilgireke polîsên Tirkiyê hat armanckirin, û bi sedema teqînê 11 kes hatin kuştin ku ji wan 7 polîs bûn û 36 kesên din hatin birîndarkirin, hevdem ku serokatiya wezîran lidarxistina civîneke ewlekariyê bi serokatiya Bin Alî Yeldirim û bi amadebûna wezîrê navxoyî Evkan Ala Wezîr tekez kir.
Jêder: Hevbendî + Wekalat