Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku bercewndiyeke mezin ya rêjîma Esed di binpêkirina agirbestê û rêkeftina niha de ya rawestandina karên dijminkarî heye, ji bo astengiyan têxe pêşiya destpêkirina danûstandinên nû li Cinêvê de, ji bo destpêkirina dîtina çareyeke siyasî li Sûriyê.
Xalid Elnasir, endamê Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke taybet de bo nivîsgeha ragihandina hevbendiyê got ku rastgoyî li rex rêjîma Esed tune ye, tevlî erêkirina wî ji agirbestê re jî, ji ber ku ew hê jî di karê xwe yê leşkerî de berdewam e, û dixwaze guhertineke leşkerî li ser xakê pêk bîne.
Elnasir her weha got ku sedemên binpêkirina rêjîmê ji agirbestê re diyar in” ji ber ew berdewamiya di danûstandinan de û dîtina çareyekê ji bo bigihên çareseriyeke siyasî li Sûriyê li ser bingeha beyana Cinêvê û biryarên navdewletî yên peywendîdar, di riya çêkirina desteyeke hukumraniya veguhêz bi desthilatên cîbecîkirinê yên tekûz naxwaze”.
Elnasir amaje kir ku rêjîma Esed nakeve ti danûstandinên rastyeqîne de, eger fişareke birastî li ser wî ji aliyê piştgirên wî ve neyê kirin, bi taybetî Rûsiya, ya ku Elnasir ew dît xwediya biryarê li Sûriyê û Esed cîbicîkerê fermanên wê ye.
Şoreşgeran ew hin hêminiya kêmbûna bombebarana Rûsiya û rêjîma Esed derfet dîtin ji bo derketina xwepêşandanên mezin li gelek deverên Sûriyê, û daxwaza ruxandina rêjîmê û bidestanîna azadî û rûmetê kirin.
Jêder: Hevbendî