Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşa terorîstî ya duhî li dijî welatiyên sivîl li Swêda li (25 Tîrmehê), ku têde bi dehan şehîd û birîndar ketibûn piraniya wan jin û zarok bûn şermezar kir.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de, berpirsiyariya karîna rêxistina DAIŞ ji pêkanîna van tawankariyan têxe stûyê hêzên rijêmê, ji ber ku ew kesên êrîş kirine nikarin bê destûrdan ji wê dûrê bên û çend rêbendan derbas bikin û bikevin li nava bajêr ji bo pêkanîna komkujiya xwe.
Hevbendiyê bal kişand ku roleke serekî ya rijêmê di çêkirin û piştgiriya vê rêxistina terorîst de û hêlana wê ji bo pêkanîna tawanan heye, û tekez kir ku ew her cudahiyekê di navbera terora rijêma Esed û terora rêxistinên tundrew û şofînîst û mezhebperist de red dike, û cext li ser pêwîstiya şerê li dijî terorê û ji bo rizgarkirina Sûriya ji terorê kiribû.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re pêşkêş kir. Başbûneke lezgînî ji birîndaran re xwest, û piştrast kir ku berpirsyarên vê komkujiyê û yên hemû tawanên li Sûriyê bûne, û hemû kesên sûcdar û alîkarên wan, wê ji dadgeheke dadmend re bên pêşkêşkirin.
Hêjayê gotinê ye ku êrîşa tawankarî ji aliyê rêxistina terorîst ya DAIŞê li ser Siwêda û gundên wê hatibû pêkanîn, piştî êrîşeke berfireh ji aliyê çeteyan û vekişîna hêzên Esed ji nişkeka ve ji derdora Siwêda.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî