Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê doz kir ko dorpêça tekûz û berdewamkirî ji dor hemû herêmên dorpêçkirî li Sûriyê rabe û ne tenê bi dana alîkariya ta kurtedemekê.
Di civîna Desteya Siyasî digel serokê Encûmena xwecihî ya bajarê Siwêda, Cemîl Eltînawî, û serokê Desteya Bijîşkî Amir Burhan, bi Skypi, îro şembiyê, civîngeran bal kêşand ser cudakirina heyberên bijîşkî ji karwarênên alîkariyên hawarhatinê, karê Netewên Yekbûyî ji bo guhdana tendiristî li bajarê Zebedanî yê dorpêçkirî aloz dike.
Serokê Desteya Bijîşkî Amir Burhan diyar kir ko 150 zarok nepixandin ya ji ber nebûna cûreyên xwarinê bi wan re çêbûye. Bêtir got ko rewşa nuha bendewarî têde nabe, çimkî her bi her xerabtir dibe, gerek li benda encamên danûstandinan nemînin û bi lez çareser bibe.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde soz da ko wê digel Netewên Yekbûyî berdewam pey bikeve û dê kar bike ji bo dorpêçê bileztirîn çax rake.
Endamên Encûmena xwecihî ya Zebedanî, tekeziya xweragiriyê kir û dozkirina Desteyeke Desthilatdar ya veguhêz ko nûnerîtiya hemû Sûriyan bike û Artêşeke Niştimanî ko berevaniyê di ber Welat de bike.
Jêder: Hevbendî