Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Hisên Qedah”Erênaya civaka Navnetewî û bêçaretiya wan li hember Tawankariyê Rêjîma Elesed matmayî dimîne. ”
Qedah Got: “Li Sûriyê bi sedhezaran Girtî û windayî û yên hatine veşartin di zindanên Elesed de û di bin stemkariya ewlekariya wî de têk çûne”.
Pir êşkence û derandina rûmeta mirovî “Ew wêneyên ko Efserê cudabûyî belav kirin yê ko dibêje navê min Qeyser e, şehîdketina 11 hezar Girtî di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane. Nimûneyeke ji qebareya tawankarên hovane yên hêzên Rêjîmê di dermafê sivîlan de dikin.”
Ew di gotina Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî di kongirê rawêjkariyê ji bo mafên mirovan li Cinêvê Pêr çê bû, yê ko taybet li ser Derandina Mafê Mirovan û kuştarên ko bi serê miletê Sûrî de pêk hatine.
Qedah tekez kir: ”Ko hebûna bêtir ji şeş milyon derbider di hundirê Sûriyê de bivênevê dev ji xaniyên xwe yên wêrankirî berdane” Dewam kir: “Encama ko Rêjîma Elesed 12 hezar Dibistan wêran kirine, hejmara zarokên bêşens 3.5 zarok ji xwendinê dûr mane, ev mijar wê di paşeroja nifşên dahatî de pir metirsiyê çê bike.”
Jêder: Hevbendî