Îro Heysem Elmalih serokê Komîteya yasayî ya Hevbendiya Niştimanî di birûskeka nerazîbûnê de ku jibo sekertêrê Yekîtiya Parêzerên Ereb li Qahîrayê şandiye, nerazîbûna komîteya navborî diyar kir derbarê peyva Samih Aşûr serokê Yekîtiya Parêzerên Ereb di vekirina kongirê vê dawiyê yê Yekîtiya parêzerên Ereb de, ku di peyva xwe de daxwaza bergiriyê ji Sûriyê re kir li dijî DAÎŞê, digel padaş û şabaşan bo rêjîma Esed û Serokê wê.
Elmalih di birûska xwe de amaje kir, ku peyva Aşûr bitemamî nagunce digel pransîpên mafên Mirov û berûvajî biryarên Yekîtiya Parêzerên Ereb yên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê ve, û li dijî mafên gelê Sûriyê û şoreşa wê ya pîroz in.
Herwiha di birûskê de bikurtahî bal hat kişandin li ser baredoxên Sûriyê, her ji destpêka Şoreşê li meha adara 2011an û danpêdana Bişar Elesed bi xwe li ser aştiyaneya Şoreşê di her şeş heyvên pêşiyê de, lê tevlî wisa jî hejmara qurbaniyan gihişt bêhtir ji 5000 şehîdî di sercem parêzgehên Sûriyê de û herwiha 3000 tank hatin belav kirin li seranserî Sûriyê.
di dawiya birûskê de amara kuştar û tawanên rêjîmê hatin, ku heta niha hêzên rêjîmê (2.192) kiryarên komelkujiyê pêkanîne û hejmara şehîdan bûye (254.741) şehîd, ku hejmara zarokên şehîd bûne gihiştiye (13.313) zarokî, û 8 milyon welatî ji mal û xaniyên xwe aware bûne di hindur Sûriya de bo deverên tenahtir, û 4 milyon koçber ku li derve Sûriyê penaber in, zêdebarî bisedhezarên girtiyan û bi hezaran barên destdirêjiya sêksî li ser jinan.
Jêder: Hevbendî