Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehra got: ” Hestek li rex me heye ku hevpeymanî û hêzên Esed di yek riyê de kar dikin, ji ber ku Esed bi serbestî kar dike”. Behra di hevpeyvînekê bi rojnameya Gardiyan ya Birîtanî re, mixabiniya xwe derbarê siyaseta ku ji hêla hêzên hevpeymaniyê ve tê şopandin da xuyakirin û got: ” Hevpeymanî şerê qaşlê pirsgirêkê ku ew jî “Daiş” e dike, ew êrîşa bingeha pirsgirêkê ku rejîma Beşarê Esed e nake, eger ku me çavên xwe ji bikaranîna balefirên Esed ji bermîlên teqîner û sarûxan dijî sivîlan li Heleb û deverên dî girtin”.
Behra careke dî bi mixabinî got: ” Hevpeymanî bi yekcarî serbazên Artêşa Azad yên ku dibe zaniyariyên wan li ser erdê bisûde bin paşguh dike”. Behra got: ” Ev yek hevpeymaniyê lawaz dike, ji ber tu encaman li ser erdê bidest naxe, û tenê bi derbên ezmanî şerê dijî tundiyê biser nakeve”. Û agirbesta ku heye bibe, li gor pêşinyara şanderê navdewletî Dî Mistora “Eger çareseriyek siyasî pê re tune be, wê tenê mifayê bide rejîma Esed “.
Behra dît ku serketina Hevpeymaniya Navdewletî bo hilkirina rêxistina “Daiş” girêdayî ye bi ” Hebûna hêzin bejî li ser erdê şerê rêxistinê di heman dema êrîşên hevpeymaniyê yên azmanî de bikin,bi armanca dagirtina valahiya heye ku piştî vekişîna “Daiş” ji hindek deverên ku di bin destê wê de ne bibe”.
Û Behra xwest ” Hevrêziyek tekûz di navbera operasyonên azmanî û bejî di nav hevpeymaniyê û Artêşa Azad li ser erdê çêbibe, ta ku tirorê û sedemên wê bidawî bikin, tirora ku giringtirîn beşê wê di rewşa Sûrî de hebûna rejîma Esed ya ku tiror aniye deverê, û mîna alavekî bo neberdana deshilatiyê bikar anî, û di bala wî de ye ku Civaka Navdewletî dê wî mîna çareyek baştir ji rêxistina “Daiş” bipejirîne”.
Jêder: Hevbendî