Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di civîna digel Balyozên Dewletên Hevalên Sûriyê bi amadebûna Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiyê û Ehmed Tu’ima Serokê ko karûbarê damezirandina Desthilata veguhêz ji bo wî hatiye spartin, doz li Balyozan kir”giring e ko derbider û penaber û yên dorpêçkirî li bajarên Sûriyê bêne biçekirin bi taybetî her du Xûtayên Şamê, bi sobe û qapût û sîwan da ev xelkana bikaribin beraberiya sermaya zivistana ko nêzîk dibe, bikin.”
Destnîşan kir ko kampên Etma li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê û yên din, bobelateke mirovî dibînin.
Hem jî Elbehra di hevdîtina Balyozên Hevalên Sûriyê de şanaziya xwe bi destpêşxeriya wan da ya ko “Hevbendî aliyê tenê ye ko projeyên pêdiviyên ketwara Sûrî destnîşan dike.”
Herwaha Emîndarê Giştî di axaftina xwe de ya ji Balyozan re got: “Gelî hêjayan ez zêde nakim ko bibêjim, piştgiriya darayî û ya abûrî ew arîşeya herî mezin e di gera tekerê Şoreşê de yê ko rûxandina Rêjîma Dîktator û avedaniya dîmuqratiyê û dewleta yasayî amanc dike.”
Û bi hevokeke hûrbînîtir em ne tenê ji kêmbûna piştgiriya darayî derdan dikêşin belê arîşeya din jî ko ne ji yek berî re tê dan, lê ew yê piştgir bi şêweyekî gelemşe dide çend firakisyonên ciwanan û carina jî ji bo dezgehên hawarçûnê yên corbicor dide.
Di mijarê de nerêkxistina evê piştgiriya darayî ji bo Şoreşê, dibe ko encamine berbatî bi ser Miletê Sûrî de bîne, û ew piştgirî ji dêvla ko bibe fakterê serketina Şoreş dê bibe navgîniyek ji têkçûna wê re û hem wê lawaz bike. Bi kurtî piştgiriya darayî amanca xwe misoger nake eger ne berdewam be û ne tenê ji yekcihî re bête dan ew jî Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya ko erk û karûbarê xwe li hemû Bajarên Sûriyê bi navgîniyên xwe yên cîbicîkirinê yê karmend li ser xakê pêk tîne.”
Herweha Elherîrî got: “Bi rastî kêmasiya piştgiriya we ya darayî û abûrî ji miletê Sûrî re bi rêkeke din ji tiroristî û tundrewiyê re ew bi xwe piştgirî ye, ji kesî neveşartî ye ko ev qas xelk xwe li Daişê girtine ew e ko mûçeyê mehane ji wan re dabîn dikin, û hem jî piştgiriya bêsînor ya darayî ko ji wan re dibe, arîşeya me li Sûriyê ne ramanî ye wek ko hinek li ser me dibêjin, lê di warê tiroristiya Esed afirandiye û bêdengiya Navnetewî û tu kar ko li dijî ewê tiroristiyê nebûne, ya ko hindik maye li Parzemînan jî belav bibe.”
Ji ber evê hindê eger piştgiriya darayî di yek cihokê de be û bi rêkxistin be dibe ko nexşeya Şoreşa Sûriyê bi azadî û yasayî nigar bike. Em dixwazin ew hestê ko li bal Sûriyan çê bûye ko tu kes piştgiriya Şoreşan wan nake, em biguherin.
Bi rastî tu piştgiriya leşkerî ji xelkê re nîn e û heta bi ya mirovî jî li nîvî ketiye…
Xelkên Sûrî ji dewletên heval bêhêvî bûne, û hem jî kînê ji Esed dikin ji ber piştgiriya hevalên wî Rûsya, Çîn û Îran jê re, çimkî hevalên Esed bêsînor piştgiriya wî dikin, lê hevalên Dîmuqratî û yasayê mixabin piştgiriyê dikin û xwe bi paş ve didin.”
Jêder: Hevbendî