Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bangewazî li azadîxwazên cîhanê kir ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxaneyên Rûsiya û Îranê û redkirina tawanên şer yên li Sûriyê dibin û piştgiriya xelkê Heleb yên dorpêçkirî.
Ku hêzên Esed û milîsên Îranê û bi piştgiriya asîmanî ya firokên Rûsiya, zêdetir ji 100 hezar sivîlan dorpêç dikin di rûberê 2 kêlomtirên çargoşî de di taxên kevin ên Helebê de, herwiha ku her ji duhî ve, bidehan sivîl di taxên dorpêçkirî de ji aliyê van hêzan meydanî hatine kuştin, Bergiriya Bajêrvaniyê got ku zehmetî hene li pêş derxistina kuştiyan û kesên mayîn asê di bin kavilên wêrankirî de, bi sedema zehfî û giraniya bombebarankirinê û zêdebûna mirinê.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Yasir Elferhan, got ku tişta Rûsiya dike ji tawankariyan û peydakirina perdeya ji tawankariyên hêzên Esed û milîsên Îranê re, hîç dewleteka pêşketî di sedsaliya bîst û yekê de nake, lê reftarên wê heman reftarên mafiya û dewletên serdemên tariyê ne, û cext li ser giringiya yekgirtina raya giştî ya azadîxwazên cîhanê kir li hember van tawanên kirêt û rawestandina wan.
Herwiha endama Hevbendiyê Dîma Mûsa, tekez kir ku pêwîst e azadîxwazên cîhanê, di dema şikestin û bêkêriya Encûmena Asayîşê, alîkariya sivîlên Helebê bi rêka xwepêşandanan li pêşiya balyizxaneyan derkevin, û fişaran li ser hikûmetan bikin, da bilez bizavan bikin ji bo rawestandina van komelkujiyan, ku xelkê dorpêçkirî yên Heleb bi jin û zarok û keçan ve gef li wan tên xwarin ji aliyê Rûsiya û milîsan bi serjêkirinê û destdirêjiya sêksî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê