Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku hêjî rêjîma Esed ne cedî ye der barê piroseya veguhestina siyasî, û binpêkirinên berdewam yên ji aliyê wê dibin li ser rêkeftina rawestandina karên dijminkarî, bitevahî dibin gef li ser piroseya siyasî.
Îro roja duşemê desteya serokatiya Hevbendiya Niştimanî û di hevdîtinekê de digel heryek ji wezîrê karubarê rojhilata navîn yê Birêtaniya Tobiyas Îlûd û şanderê Birêtaniya yê taybet bo Sûriyê Garîs Bayilî re, herdu aliyan gengeşeya pêşhatên pirosêsa siyasî kirin, ji aliyê xwe ve Hevbendiyê diyar kir ku hêjî rêjîm pabendbûn nekiriye bi agirbestê û hewlan dike bo têkbirina wê û herwiha astengiyan têxe li pêş gihandina alîkariyên mirovî û serbestberdana girtiyan jî red dike, ku ev rengvedanek nerênî têxe li ser pirosêsa danstandinan ya li Jinêv dibe.
Dîsa endamên Hevbendiyê balkişandin li ser wê yekê ku geştên berê yên gotubêjên Jinêv man bê encam bi sedema reva rêjîmê ji her pêşniyareke cedî der barê piroseya veguhestina siyasî yan gihiştina lîsteyek kar ta niha.
Ji aliyê xwe ve Alûd piştgiriya welatê xwe bo Hevbendiya Niştimanî û bo daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina azadî û rûmetê û xwerizgarkirin ji rêjîma dîktatorî dupat kir.
Jêder: Hevbendî