Xalid Elsalih, serokê nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê ” bizavên hatîn kirin ji bal wezîrên Hikûmeta demikî di qonaxên derbasbûyî de ” bilind nirxandin,ew Hikûmeta hatî jiserkarxistin di kombûna îro de ya desteya giştiya Hevbendiyê, û di daxuyanyeka taybet bi nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê de, Elsalih got:” jiserkarxistina Hikûmetê nayê wateya ji bîrkirina karên wê yên baş di qunaxa bûrî de , ku jikardaxistin ne kişandina baweriyê ye wek hinek belav dikin, lê gaveke bo dana baweriyeka nû, û derfeteka hevbendî dide bo pisporiyên tiknoqratên dîtir, ji bo serpereştiya qonaxa cîbicîker ya nû, û sûdwergirtin ji ezmûnên hernûdibin yên xortên şoreşê”. û dîsa Elsalih got:” ku jiserkardaxistina Hikûmetê bi mizyarî biryareke nîştimanî demokratî bû, û damezrandina hikûmeta nû dê di heman çarçoveyî de bê, û kesek nikare mukur neyê ku hikûmeta bûrî motika yekemîn bû ji bo karsaziyê,di şoreşê de, heta ku hindek şaşîtî hebin, û hebûna şaşîtiyan pîvana serekî ye ji hebûna kar re, û sazîya nakeve şaşîtiyan, tê wateya ku çi kar nekiriye”. Herwiha serokê nivîsîngeha ragihandinê da zanîn “ku dubarekirina damezrandina hikûmetê û pergalê wêyê tikinoqrat,pêngaveke duriste, namaze ku ezmûnê tekez kieiye ku hikûmeta di hinavê bajarên sûriya de nejî, gelê Sûriyê jiyanê bo wê nanivîsin”. û dîsa Elsalih got:”pêdivî ye sûdê ji hemû şaşiyên hikûmet û hevbendî ketî têde bibînin, wek bingeh bo avakirina Sûriya Paşerojê, û bitenê SÛRIYA nav û nîşana qonaxa bê ye”. Herwiha tekez kir:” ku damezrandina karê tikinoqrat û dezgehî yên şoreşger li Sûriyê, û karê hikûmeta nû ,wê li jêr sîbera karê nîştimanî be, dûr ji rakêşanên siyasî yên dibe ku bandora xwe li gera karê dezgehî yê ku me dest pê kiriye bike”. Hadî Elbehra, serokê Hevbendiya nîştimanî, piştî dîdara wî bi wezîran re di heftiya bûrî de,got:” armanc ji dîtina hemû wezîrên Hikûmeta demikî ew bû naskirina destkefiyên wan û astengiyên ku dikevin pêşiya karên wan de, ji bo destnîşankirina cihên sist di kar de û çareserkirina yekser ji wan re, ku doza Sûrî dîtir nema bendewariyê dipejirîne”. û Serokê Hevbendiyê tekezkir ku”pêwîste kar bête veguheztin bo hundurê Sûriyê, ji bo kar milbimilên welatiyan re be , hest bi hastên wan bikin, û hest bi me bikin, ku ev bi tenê çareseriye bo wê dûrbûn û valehiya di navbera tevgera şoreşgerî ya ji derve û hindur de dagire, ya ku rêjîma Elesed li ser pal dide bo çêkirina dûrbûnê di nav Sûriyan de”. di dawiya dîdarê de Elbehra tekezkir ” helbijartina kardêran wê li ser bingeha tikinoqratî be, û nabe ku pisporên di dezgehên rijêmê de kar kirine bên piştguhxistin , ji ber ku Hevbendî li gor armancên şoreşê, armanca wê ne têkçûna dewlet û saziyên wê ye, beruvajî vê çendê armanca wê parastin û paqijkirina damudezgehên dewletê ji gendeliya rêjîma Elesed di nav kevalên wê yên cîbicîker de çandine “.
Jêder :Hevbendî